Şam-SANA
Bi dehan salan, rejîma berê sîstemek ji yasayên awarte û rêkarên ewlehîyê peyrew kir ku rêbaza stemkarîyê biçespîne, û desthilatên berfireh dan dezgehên ewlehîyê di girtin û binçavkirinê de, dûrî garantîyên yasayî û dadwerî.
Bi destpêkirina Şoreşa Sûrîyê re, rejîmê tevdîrên xwe yên ewlehîyê tundtir kirin û operasyonên girtinê berfireh bûn û di encamê de bi hezaran Sûrî hatin girtin. Gelek ji wan bûn qurbanîyên windakirina bi darê zorê, bêyî ku malbatên wan derbarê çarenivîs an cihên girtina wan de werin agahdarkirin.
Bi salan, bi hezaran malbat li pey her agahîyekê gerîyan ku wan bigihîne zarokên wan ên winda, berî ku hinek ji wan şok bibin bi tomarkirina wan wekî “mirî” di tomarên rewşa sivîl de, bêyî agahdarkirina pêşwext, radestkirina cenazeyan an eşkerekirina mercên mirinê û cihên veşartinê. Ev bûye yek ji dozên herî girîng ên têkildarî eşkerekirina rastîyê û pêkanîna dadwerîya veguhêz li Sûrîyê.
Tomarkirina windabûyan wekî mirî
Di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Înê, Rêvebera Beşa Girtî û Windabûyan û Lêkolînvana Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Nûr Ebdilxenî Erebo tekez kir ku tomarkirina kesên bi darê zorê hatine windakirin wekî mirî di tomara sivîl de, bêyî eşkerekirina mercên mirina wan an cihên veşartina wan, yek ji binpêkirinên herî tirsnak e ku girêdayî tawana windakirina bi darê zorê ye ku rejîma berê pêk anîye.
Erebo dîyar kir ku armanca vê rêkara rejîma berê ew bû ku dosye bi awayekî îdarî were girtin, bêyî eşkerekirina rastîyê û hesabpirsîna ji berpirsên van binpêkirinan.
1609 dozên belgekirî ku jin û zarok jî tê de hene
Erebo piştrast kir ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan heta dawîya sala 2022an, tomarkirina herî kêm 1609 kesên bi darê zorê hatine windakirin wekî mirî di tomara sivîl de belge kiriye, li gorî bawernameyên mirinê yên fermî ku di nav wan de jin û zarok jî hene.
Wê destnîşan kir ku ev hejmar asta herî kêm a dozên ku hatine belgekirin nîşan dide û dibe ku hejmara rastîn gelekî mezintir be, lê tor metodeke tund peyrew dike ku li ser belgekirina her dozekê li gorî bawernameya mirinê ya fermî ava dibe û xwe naspêre texmînan.
Mikurhatinên nû belgeyên binpêkirinan xurt dikin
Wezareta Dadê di 15ê Hezîrana borî de vîdyoyek weşand ku tê de mikurhatinên hin girtîyên ji efserên bijîşk di dema rejîma berê de cih digirin, derbarê dizîna endamên laş û operasyonên kuştinê yên ku di Nexweşxaneya Leşkerî ya Tişrînê de dihatin encamdan. Ev yek tawankarîyeke hovane û tevahî ye li dijî mirovahî û rewiştan, ku bi fermanên serokê rejîma berê tawankar “Beşar Hafiz El-Esed” hatine kirin.
Tomarkirina mirinê rastîyê eşkere nake
Erebo eşkere kir ku tomarkirina mirinê di tomara sivîl de nayê wateya eşkerekirina çarenivîsa windabûyên bi zorê, çimkî mafê naskirina rastîyê tenê bi tomarkirina mirinê bi cih nayê. Wê dîyar kir ku ev maf eşkerekirina mercên mirinê, dîrok û cihê wê, radestkirina bermayîyan (cenazeyan) ji malbatên qurbanîyan re û pêkanîna lêkolînên serbixwe ku berpirsên binpêkirinan destnîşan bikin û hesabpirsîna wan garantî bikin, hewce dike.
Tomarên sivîl… Belgeyên ku piştgirîyê didin lêkolînan
Nûr Erebo destnîşan kir ku tomarên sivîl îro wekî belgeyên fermî û delîlên girîng in ku dikarin beşdarî piştgirîkirina lêkolînên têkildarî windabûyên bi zorê bibin, lê ew bi serê xwe dosyeya windakirina bi darê zorê bi dawî nakin, di demekê de ku bi hezaran malbat hîn jî çarenivîsa xizmên xwe û mercên mirinê û cihên veşartina wan nizanin.
Windakirina bi darê zorê tawankarîyeke berdewam e
LêkolînvanNûr Erebo da zanîn ku tawana windakirina bi darê zorê li gorî yasaya navneteweyî, heta ku çarenivîsa kesê winda yan cihê wî ne dîyar be, nola tawankarîyeke berdewam dimîne. Wê anî ziman jî ku tomarkirina mirinê bêyî eşkerekirina rastîyê yan vegerandina cenazeyan ji malbatên qurbanîyan re, pênaseya yasayî ya tawanê naguherîne û berpirsyarîyê ji ser ranake.
Eşkerekirina rastîyê hîmê dadwerîya veguhêz e
Di dawîya axaftina xwe de, Rêvebera Beşa Girtî û Windabûyan û Lêkolînvana Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Nûr Ebdilxenî Erebo tekez kir ku parastina tomarên fermî û pêşkêşkirina wan ji bo alîyên dadwerî û desteyên niştimanî yên taybetmend, li gel eşkerekirina gorên komî û cihên veşartinê û gihandina malbatên qurbanîyan bi rastîyê û wergirtina cenazeyên xizmên xwe, hîm û stûnên bingehîn in ji bo serkeftina rêça dadwerîya veguhêz, xurtkirina hesabpirsînê, dabînkirina mafên qurbanîyan û misogerkirina dubarenebûna van binpêkirinan.