Şam-SANA
Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Esʼed El-Şeybanî tekez kir ku serdana dîrokî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Şamê -ku yekem serdana serokekî Fransî ye ji sala 2009an de- gaveke werçerxanê ya girîng e ku binemaya hevkarîyeke nû li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendîyên hevpar datîne.
El-Şeybanî dîyar kir ku di encama vê serdana ku Serok Ehmed El-Şeri’ tê de pêşwazîya Macron kir û civîneke maseya dorhêl pê re li dar xist, memorandumên lihevkirinê û peymanên veberhênanê hatin îmzekirin, ev yek jî zêdebûna bawerîya navdewletî bi Sûrîyê û rola wê ya herêmî nîşan dide.
Wezîr tekezî li ser berdewamîya dewletê di karê rûbirûbûna terorê de û cezakirina kesên ku destê wan di têkdana ewlehîya welat de heye li gorî yasayê kir, û piştrast kir ku hewldanên astengkirinê nikarin pêşveçûna Sûrîyê di xebatên vegerandina rola wê de rawestînin.
Her weha got ku qonaxa dûrxistina Sûrîyê ji civaka herêmî û navdewletî bi dawî bûye û qonaxa hevkarî û geşepêdanê dest pê kiriye, û dît ku piştgirîya aramîya Sûrîyê xurtkirina aramîya herêmê bi tevayî ye.