Şam-SANA
Sih şerkerî bingeha komên çekdar ava kir, heftê û pênc qurbanî di bûyerekê de ketin û pênc rûniştinên dadgehê bes bûn ku 15 salên desthilatdarî û çekan eşkere bikin.
Bi vê hevkêşeya hejmarî, Dadgeha Tawanan a Çaremîn li Şamê, duh Sêşemê, perde bi ser darizandina Wesîm El-Esed de berda.
Dadgehê biryara bidarvekirina wî û desteserkirina hemû mal û milkên wî yên veguhestî û veneguhestî derxist, piştî ku bi tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê hate mehkûmkirin.
Ev yek ji girîngtirîn dozên dadwerîya veguhêz e ku dadgehên Sûrîyê dibînin.
Ji desthilatdarîya malbatê ber bi fermandarîya komên çekdar ve
Wesîm Bedî` El-Esed sala 1980yî li Qerdahaya gundewarê Laziqîyê ji dayik bûye. Ew pismamê serokê rejîma revîyayî ye.
Di serdema rejîmê de wî mifa ji pêwendîyên malbatî wergirt, berî ku navê wî di sala 2011an de wekî fermandarekî komên çekdar ên piştgirên hêzên rejîmê derkeve holê.
Li gorî gilînameya ku Serokê Dadgehê Dadwer Fexredîn El-Uryan di rûniştina yekem de xwend, di destpêka sala 2011an di navbera Wesîm El-Esed û Lîwa Xiyas Dela de ji bo avakirina du komên çekdar peymanek hatibû çêkirin.
Gilîname dîyar dike ku Wesîm nêzî 30 şerkerî peyda kirine, çavdêrîya koman kiriye û çek, cebilxane, fînansekirin û piştgirîya lojîstîk ji wan re misoger kiriye.
Çalakîyên wan di navbera salên 2012 û 2014an de bêhtirî xwe li devera Melîheyê li Xûteya Rojhilat bûn.
Ceremana û Melîhe … bûyerên sereke di dosyayê de
Yek ji bûyerên herî girîng ên ku dadgehê lêkolîn kir, bûyereke li Ceremanayê bû ku di sala 2012an de pêk hatibû.
Komeke çekdar a girêdayî Wesîm El-Esed bi ser dikanekê de girt û malê wê talan kir, paşê xwedîyê dikanê revandin û birin cihekî girtinê, ku li wir ligel girtîyên din rastî îşkenceyê hatibû.
Girtina wî piştî hilweşîna rejîmê
Di 21ê Hezîrana 2025an de, Wezareta Navxwe ya Sûrîyê ragihand ku Wesîm El-Esed di kemîneke tekûz de hatiye girtin.
Ev operasyon bi hevkarîya Sazîya Hewalgirîya Giştî û alîyên têkildar ên wezaretê pêk hat.
Darizandin û lîsteya tawanan
Yekemîn rûniştina darizandina Wesîm El-Esed di 24ê Hezîranê de li Dadgeha Tawanan a Çaremîn li Şamê dest pê kir.
Dadgeh bi serokatîya dadwer Fexredîn El-Uryan û endamtîya her du şêwirmendan Ebdilhemîd El-Hemûd û Husam Ebdilrehman û bi amadebûna nûnerê dozgerîya giştî Omer El-Radî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan hat lidarxistin.
Şahid û belge li pêşberî dadgehê
Di rûniştina duyem de ku di 15ê Tîrmehê de hat lidarxistin, dadgehê guhdarîya hejmarek şahidên mafê giştî kir û lêkolînkirina rûdanên di dosyaya dozê de berdewam kir.
Lê rûniştina sêyem a ku di 22yê Tîrmehê de pêk hat, tê de guhdarîkirina şahid û parêznameyan hat temamkirin.
Piştre, Dozgerîya Giştî li ser bingeha belge û şahidîya ku di dozê de hatibûn pêşkêşkirin, daxwaza sepandina cezayê bidarvekirinê li ser tawanbar kir.
Di rûniştina çarêm de, ku di 29î Tîrmehê de bi awayekî girtî hat encamdan, dadgehê yek ji gilîkeran şand ji bo bijîşkiya dadî da ku sirista birîndarbûn, seqetî û zirara ku gihîştiyê dîyar bike, piştî ku li beramberî dadgehê li ser gulebaranandina wî ji alîyê tawanbar ve daxuyanî da.
Rapora bijîşkî û gulebaranê
Di rûniştina pêncem de (5ê Tebaxê), raporeke bijîşkî li dosyayê hat zêdekirin; tê de tekez dike ku yek ji dozkeran ji ber guleyên tawanbar birîndar bûye û asta kêmendamîya wî %35 e.
Ev biryar dawî li pêvajoyeke dadwerî tîne ku di Hezîrana 2025an de bi girtina wî dest pê kiribû. Ew hat darizandin ji ber rola wî di avakirin û birêvebirina komên çekdar ên rejîma hilweşîyayî de û tawanên wekî kuştin, revandin, îşkence, talankirin û êrîşkirina ser sivîlan.