Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrîyê Hemze El-Mistefa bi Kargerê Karên Balyozxaneya Fransayê li Şamê Jean-Baptiste Faivre re, rêyên xurtkirina hevkarîya dualî di qada ragihandinê de û asoyên geşepêdana wê gotûbêj kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş ên her du welatan bike.
Wezîr El-Mistefa di civîna ku îro Sêşemê li avahîya wezaretê li Şamê hat lidarxistin, agahîyên berfireh li ser geşedanên ragihandina Sûrîyê pêşkêş kir. Wî dîyar kir ku ev sal dê ji bo rêkxistina xebata ragihandinê û xurtkirina peywendîyan were terxankirin.
Wezîr El-Mistefa tekez kir ku wezaret girîngîyê dide avakirina şîyanên ragihandinê, û xwesteka wan heye ku hevkarîyê bi alîyê Fransî re xurt bikin da ku perwerdeyên taybet ji bo xebatkarên sektora ragihandinê pêşkêş bikin.
Ji alîyê xwe ve, Kargerê Karên Balyozxaneya Fransayê li Şamê spasîya xwe ji bo hêsankarîyên ku hikûmeta Sûrîyê pêşkêşî dezgehên ragihandinê yên navdewletî, xasma ragihandina Fransî, dike anî ziman. Her wiha amadebûna welatê xwe ji bo xurtkirina peywendîyan bi Sûrîyê re nîşan da.



