Şam – SANA
Bi deh salan, Kurdên Sûrî ji mafên bingehîn bêpar mabûn, heta wekî roja îro ku nasnameya wan a çandî û zimanî ji nû ve dikeve nav çarçoveya yasayî ya dewletê û cihê xwe digire. Sûrîyê pêngaveke sîyasî derbas kir ku siruşta hevkêşeya ku “HSD”ê di bin sîya wê de derketibû holê, guhert.
Bi vegerandina dewletê rêça xwe ya sazûmanî re û çespandina prensîba sînordarkirina çekan tenê di destê sazîyên wê de, dosyeya bakurrojhilat ji pirsa parastina li derveyî dewletê derbasî yekbûna di hundirê wê de bû.
”Îro şert û merc guherîn”, bi vê hevokê Mezlûm Ebdî ew veguhertina ku welat dîtiye kurtebir kir, û bidawîbûna erkê “HSD”ê û hilweşandina wê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe ragihand, piştî temamkirina tevlîkirina hêzên wê di nav lîwayên Artêşa Sûrîyê de. Her wiha wî dupat kir ku welat derbasî qonaxeke nû bûye ku navnîşana wê aştî û avakirina Sûrîya nû ye.
Vê veguhertinê piştî rêçeke sîyasî û yasayî û di pey hilweşîna rejîma têkçûyî re dest pê kir, lewra berê xwe da çareserkirina neheqîyên ku gihîştibûn pêkhateyên cuda cuda yên gelê Sûrîyê, hevdem ligel vegerandina rola sazîyên dewletê û sepandina serwerîya wê li seranserî xaka Sûrîyê.
Mîrateyek ji Paşguhkirinê
Bi dehsalan, Kurdên Sûrî rastî rêkar û astengîyan hatin ku zîyan gihandin mafên wan ên sivîl û çandî, ku ya herî berçav bandorên Serjimêrîya Hesekê ya sala 1962yan bû; ev yek bû sedema bêparkirina hejmarekê ji wan ji nasnameya Sûrîyê, loma astengîyên di warên perwerde, kar, xwedîtîya milkan û mafên din ên sivîl de li pey xwe anîn.
Syasetên berê ne tenê ew yek, lê belê nasnameya çandî û zimanî jî dabûn ber xwe, ji bo wê, astengî li ser bikaranîna zimanê Kurdî û perwerdeya pê dabû ferzkirin, ji bilî sîyasetên girêdayî navan û boneyên çandî, her wiha rêkarên girêdayî zevîyan li deverên ji Cizîra Sûrîyê.
Serokê Partîya Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûrîyê Fadî Mer’î ji “SANA”yê re got: Pirsgirêka Kurdan di serdema rejîma berê de tenê bi nasnameyê sînordar nebû, lê belê alîyên sîyasî, çandî û geşepêdanê jî li xwe girtibûn. Destnîşan jî kir ku wan sîyasetan beşdarî kûrkirina dabeşbûnê di nav civaka Sûrîyê de kir.
Wî her wiha anî ziman ku tevgera sîyasî ya Kurdî jî rastî sînordarkirinan hat, û bal kişand ser wê yekê ku hin projeyên girêdayî wê qonaxê hîn jî pêwîstî bi çareserîyê bi rêya sazî û yasayan heye.
Ji Çareserkirina Neheqîyan Heta Çespandina Mafan
Piştî hilweşîna rejîma berê, dosyeya mafên Kurdî derbasî rêçeke cuda bû, ku li ser bingeha naskirina mafan di nav dewleta Sûrîyê û sazîyên wê de tê avakirin.
Mersûma hejmar 13 ya sala 2026an a ku ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri’ ve hat derxistin, bû qonaxeke bingehîn di vê rêçê de, ji ber ku dîyar kir ku Kurdên Sûrî parçeyekî bingehîn û resen ên gelê Sûrîyê ne, û nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya niştimanî ya Sûrîyê ya pirreng û yekgirtî ye.
Mersûmê yasa û tedbîrên awarte yên girêdayî serjimêrîya sala 1962yan li parêzgeha Hesekê betal kirin, û nasnameya Sûrîyê da Sûrîyên bi koka xwe Kurd ên ku li ser xaka Sûrîyê dijîn, di nav wan de “yên bêqeyd” (mektûm el-qeyd), ligel wekhevkirina wan di maf û erkan de.
Her wiha parastina cihêrengîya çandî û zimanî misoger kir, destûr da fêrkirina zimanê Kurdî di dibistanan de, û Cejna Newrozê wekî bêhnvedaneke fermî pejirand.
Mer’î pêşwazî li van rêkaran kir û dît ku wan rehetîyek li kolana Kurdî peyda kiriye, û girîngîya çespandina mafan di nav destûra Sûrîyê ya paşerojê de piştrast kir, bi awayekî ku wekhevîyê di navbera hemû Sûrîyan de xurt dike.