Şam – SANA
Di 24 demjimêrên dawî de, ji ber bûyerên trafîkê û şewatên ku tîmên Parastina Sivîl ên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêveberina Karesatan bersiva wan dane, li Sûrîyê, 3 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.
Di encama 22 bûyerên trafîkê de 3 kes mirin û 18 kes birîndar bûn. Prastina Sivîl alîkarîyên seretayî ji birîndaran re pêşkêş kirin, piştre ji bo dermankirinê ew veguhastin nexweşxaneyan. Di heman demê de şûnmayên bûyeran hatin rakirin û cih hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl banga xwe ji bo ajokeran nû kir, ku lezê kêm bikin, rewşa teknîkî ya erebeyan kontrol bikin û di dema ajotinê de ji bikaranîna telefonê dûr bikevin.
Her weha tîman bersiva 103 şewatên ku li zevî, berhemên çandinîyê, mal, dikan, gîya û çopan derketibûn, dan. Şewat hatin vemirandin û cihên wan hatin sarkirin. Di van şewatan de kesek birîndar bû û ber bi nexweşxaneyê ve hate veguhestin, lê zirarên mayî tenê di warê madî de bûn.
Parastina Sivîl ji welatîyan xwest ku di herêmên daristanî û çandinîyê de agir neyê pêxistin, binikên cixareyan neyên avêtin, û gîyayên hişk bi rêyên ewle werin rakirin.






