Şam-SANA
Îro Duşemê karwanê yekem ê hecîyên Mala Xwedê yên ku piştî pêkanîna ferîzeya hecê ji Xaka Pîroz vedigerin, ku 134 hecî ji bajarê Ciddeyê li Siûdîyê bi rêya balafirên Hêlên Asmanî yên Sûrîyê hatin, gihîştin Balafirgeha Şamê ya Navdewletî.
Serokê beşê ragihandinê di Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî de Mustefa Xeyrullah ji SANAyê re dîyar kir ku: Desteyê hemû amadekarî û xizmetên lojîstîkî û rêxistinî yên hewce ji bo pêşwazîkirina hecîyan temam kirine, bi awayekî ku lezbûna cîbicîkirina rêkaran û asanîya veguhastina wan ji balafirgehê bi hêsanî û rehetî misoger bike.



