Şam-SANA
Îro Pêncşemê, Wezareta Hundir daxuyanîyeke zelalkirinê wekî temamkera daxuyanîya xwe ya 9ê Tebaxa 2026an belav kir, ku tê de behsa girtina şaneyeke ser bi rêxistina “DAIŞ”ê ya terorîst li bajarokê Xan Ernebeyê yê parêzgeha Quneyterayê kiribû.
Wezaretê di daxuyanîyê de tekezî li ser pabendbûna xwe bi prensîba zelalî û sepandina yasayê kir.
Wezaretê eşkere kir ku piştî temamkirina hemû rêkarên yasayî, lêkolînan dîyar kir ku kesê bi navê Mus`eb Xelîl El-Şêx, ku bi nasnavê (El-Sînî) tê naskirin, serkêşîya şaneyê dikir.
El-Sînî berê di nav rêxistinê de çend postên fermandarîyê wergirtibûn, mîna “Walîyê Şamê”, “Berpirsê Ewlehîyê yê Şamê” û “Berpirsê Leşkerî yê Başûrê Sûrîyê”, ku hemû li bin fermandarîya kesê bi navê Mehmûd Şihade Elî (bi nasnavê “Şedad”) bûn.
Her wiha lêkolînan beşdarîya Suheyib Wail El-Şêx û Mûsa Haşim Mistefa di çalakîyên girêdayî rêxistinê de piştrast kir.
Wezaretê destnîşan kir ku ji ber girîngî û metirsîya agahîyên girêdayî şaneyê, wê demê çend kes ji ber gumana têkilîya bi tawanbarê navborî re hatibûn girtin da ku asta pêwendîya wan bi şaneyê re were lêkolînkirin.
Piştî temamkirina lêkolînan, hat piştrastkirin ku têkilîya van kesên jêrîn bi tu çalakîyekê re ji bo berjewendîya rêxistinê tune ye: Adil Ebdilah El-Seîd, Mihemed Adil El-Seîd, Mistefa Adil El-Seîd, Beyan Xalid El-Misrî, Mahir Osman El-Es`ed û Amir Îbrahîm El-Seyid.
Hat dîyarkirin ku têkilîya wan bi tawanbarê sereke re tenê li ser asta malbatî bûye.