Şam-SANA
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys, îro Şemîyê tekez kir ku têkoşîna li dijî madeyên hişbir berpirsyarîyeke niştimanî ye ku tu sistî tê de nîne, û destnîşan kir ku dê bi biryardarî ligel tawanên bazirganî û belavkirina vê afatê re serederî were kirin.
Wezîr di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir de, û hevdem ligel destpêkirina kampîna niştimanî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbir, em tekez dikin ku têkoşîna li dijî vê afatê berpirsyarîyeke niştimanî ye ku tu sistî tê de nîne.”
Wezîrê Dadê her weha lê zêde kir û got: “Em ê bi tevahîya biryardarîyê ligel tawanên bazirganî û belavkirina madeyên hişbir serederîyê bikin, û ji bo parastina civakê, parastina ewlehîya wê û silametîya endamên wê, em kar dikin da ku cezayên herî giran li ser kesên têwerbûyî bisepînin.”