Şam-SANA
Wezareta Navxwe îro Sêşemê ragihand ku Hêzên Ewlehîya Navxwe û Sazîya Istixbaratê ya Giştî li Helebê û gundewarê wê operasyoneke ewlehîyê ya hevbeş pêk anîn.
Wezareta Navxwe bi rêya kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku di encama operasyonê de hejmarek endamên girêdayî rêxistina “DAIŞ”ê hatine binçavkirin.
Ev operasyon di çarçoveya bizavên ewlehîyê yên domdar de tê, ji bo têkoşîna li dijî terorê, parastina welatîyan û çespandina ewlehî û aramîyê li hemû parçeyên Sûrîyê; ku tê de Hêzên Ewlehîya Navxwe bi hevkarîya Sazîya Istixbaratê ya Giştî, gelek planên terorîstî yên ku rêxistinê dixwest di heyama borî de pêk bîne, pûç kirin.