Şam – SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Ezmanî, ji bo amadekirina planên destpêkê yên jinûvedanasîna Balafirgeha Mezê kar dike, û dê balafirgeha Mezê, ya ku wek sazîyeke leşkerî dihat bikaranîn, bi awayekî sînordar bibe balafirgeheke sivîl û taybetmend jî di warê balfirvanîya taybet û cîbicîkar de, da ku bibe wekî temamkereke Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê.
Serokê Daîreya Ragihandinê di Desteyê de, Mistefa Xeyrullah, ji “SANA”yê re ragihand ku Deste di qonaxa niha de dest bi cîbicîkirina hejmarek xebatên destpêkê yên pêwîst ji bo berdewamkirina jinûvedanasîna balafirgehê kiriye. Ev kar rakirina kavilan û hin karên pêşxistina jêrxaneyê yên têkildarî rêwîtîya ezmanî li xwe digirin, hemgav ligel temamkirina karên ku di warê teknîkî û rêxistinî de tên xwestin, ji bo jinûvedanasîn û nûjenkirina wê da ku xizmetên sivîl ên sînordar û yên taybetmend pêşkêş bike.
Xeyrullah lê zêde kir ku proje dê li gor qonaxên lêkolînkirî bi hevkarîya sazîyên neteweyî yên têkildar were cîbicîkirin, hemgav ligel temamkirina lêkolînên teknîkî, xebitandin, jîngeh û rêkxistinî yên pêwîst, bi awayekî ku derdora bajarvanî, astên dengên bilind û rengê tevgera ezmanî li ber çavan bigirin, ligel gelek mercên yasayî û civakî yên cuda cuda yên têkildarî vî karî.
Her weha Xeyrullah tekez kir ku xebata ji bo projeyê bi awayekî tê kirin ku li gorî pêkanîna berjewendîya giştî be, û beşdarîyê di pêşxistina pergala balafirvanîya sivîl de li Sûrîyê bike, ji bo li gorî pîvêrên pejirandî û bikaranîna pratîkî ya herî baş be.
