Parêzgeh-SANA
Di encama bûyerên trafîkê û şewatên ku tîmên Parastina Sivîl a ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan di 24 demjimêrên borî de li parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê bersiva wan dane, 29 kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl a Sûrîyê îro Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku 21 bûyerên trafîkê çêbûne û di encamê de 26 sivîl birîndar bûn. Hate dîyakirin ku tîman alîkaîyên seretayî ji wan re pêşkêş kirin, û paşê ji bo dermankirinê ew veguhastine nexweşxaneyan, her weha şopên bûyeran rakirin û cihên wan jî ewle kirine.
Tîmên Parastina Sivîl li seranserî Sûrîyê 124 şewat vemirandin, ku di encamê de 3 sivîl birîndar bûn, û di heman demê de zirar tenê di warê madî sînordar man.
Parastina Sivîl bi bîr xist ku agir li herêmên daristanî û zevîyên çandinîyê neyê pêxistin, û binikên cixareyan an şûşeyên camî li kêlekên rêyan, bi taybetî li herêmên nêzîkî berhemên çandinîyê an daristanan, neyên avêtin. Her weha Parastinê daxwaz kir ku welatî giyayê hişk li dora malan an li kêleka rêyan neşewitînin, û bi awayekî ewle ew bêne rakirin.


