Ji ber 23 bûyerên trafîkê ku duh Duşemê li tevahîya parêzgehên Sûrîyê rû dan, û tîmên Parastina Sivîl yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan destwerdana wan kir, 30 kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl îro Sêşemê di rêya kenala xwe li ser Telegramê ragihand ku tîmên wê alîkarîyên seretayî ji birîndaran re pêşkêş kirin, ji bo dermankirinê ew veguhestin nexweşxaneyan, şûnmayên bûyeran rakirin, û cihên wan jî ewle kirin.
Parastina Sivîl bang xwe ji bo ajokeran nû kir û ji wan xwest ku lezê kêm bikin, ji amadebaşîya teknîkî ya erebeyê piştrast bibin û ji bikaranîna tekefonên destan di dema ajotinê de, dûr bikevin.
Her weha tîman destwerdana 129 şewatên ku li mal, dikanên bazarganîyê, gîha, dar, sergo, û têlên elektrîkê derketibûn, kir, vemirandin, û cihên wan sar kirin. Li gor daxuyanîyê zirar tenê di warê madî de sînordar bûn, û tu kes birîndar tune bûn.
Parastina Sivîl bi bîr anî, ku divê agir li deverên daristanî û zevîyên çandinîyê neyê pêxistin, binikên çixareyan li kêleka rêyan, neyên avêtin, gîyayên hişk ên derdora malan û li kêleka rêyan neyên şewitandin.








