Pekîn-SANA
Navenda serekî ya kompanya «Sany Aerotec»êy a Çînî xelata baştirîn avahîya bilind li cîhanê ya sala 2026an bi dest xist, wekî pêzanînekê li ser dîzayna wê ya endezyarî ya ku qayîmbûna li hember bayê xurt û nermbûna di xweragiritna bandorên erdhejan de li hev dicivîne.
Malpera «Informed Infrastructure» a di warê endezyarîya şaristanî, avahîsazî û binesazîyê de taybetmend, pêr dîyar kir ku xelat di dema merasîmekê de ji hêla Encumena Plansazîya Bajarvanî ya Stûnî ve li Londonê ji bo projeyê hate dayîn.
Her wiha malperê bal kişand ser wê yekê ku ev avahî li bajarê Guangzhouyê ye, û ji du bircan pêk tê ku bilindahîya ya yekem 204 metre û ya duyem jî 186 metre ye.
Her du birc bi avahîyeke derveyî ya şeşgoşeyî ku stûnên polayî û betonî li hev dicivîne, ligel hebûna baxçeyên hilawistî tên naskirin.
Derbarê teknîka wan a avahîsazîyê, ew xwe dispêrin lewheyên polayî yên ku bi madeyên lêkçûnê di nava stûnên ragir de hatine bicihkirin; ev pergal rê dide kêmkirin û belavkirina enerjîyê ji hejandinan di dema erdhejan de da ku bandora wan li ser binyata avahîyê kêm bibe, mîna mekanîzmaya karê frenên otomobîlan.