Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte ragihand ku Sûrîye dikeve bin bandora nizmefişareke hewayê de ku ji sibeha Yekşemê heta êvara Duşemê berdewam dike, û Yekşemê êvarî dighêje asta xwe ya herî bilind.
Ev nizmefişar bi bayekî dijwar re tê ku leza wî ji 80 km/saetê derbas dibe, û dibe sedema alozbûneke mezin di deryayê de. Her wiha baraneke zêde li herêmên peravê, bakur û beşin ji herêma navîn û rojhilat dibare, ku ev yek metirsîya çêbûna lehî û lêmiştan zêde dike.
Rêveberîya Haydarkirina Zû bang li welatîyan kir ku hişyar bin û pabendîyê bi van rênumayan bikin:
- Ji bestên çeman, gelî, deverên kaş û avahîyên derizî dûr bikevin.
- Dûrketina ji melevanîya di deryayê de û ranewestanna li bin darên mezin û stûnên elektrîkê.
- Asêkirina konan û tiştên ku ba dikare wan bifirîne.
- Bikarneanîna telefonên mobîl di dema birûskan de û kêmkirina leza otomobîlan li ser rêyan.