Şam – SANA
Wezareta Çandinîyê ji bo xurtkirina pergala berhemdarîya tovên xwecihî û pêşxistina şîyanên cotkarên tovpirker, dixebite. Ew jî bi rêya projeya vegerandina sîstema tov li Sûrîyê (SSR), ya ku baştirkirina kalîteya tovên pejirandî û vegerandina paqijîya wan ya polî dike armanc, ligel peydakirina hewcedarîyên deverên çandinîyê ji tovên pêbawer; bi rengekî ku di zêdekirina berhemdarîya çandinîyê û xurtkirina ewlehîya xwarinê de bibe alîkar.
Cotkarên tovpirker, pisporên hilberandin û zêdekirina tov û şitilên çandinîyê ne; ew jî li gorî pîvanine teknîkî û şert û mercên destnîşankirî û bi armanca peydakirina tov û şitilên bi kalîteya bilind û dabînkirina wan ji bo cotkar û sazîyên çandinîyê.
Vegerandina paqijîya polî
Rêveberê Berhemdarîyê di Sazîya Giştî ya Pirkirina Tov de, Endezyar Mihemed Yasir Ebres, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re zelal kir ku giringîya projeyê di vegerandina paqijîya polî ya tovên pejirandî de ye, ligel pêşxistina karzanîya cotkaran di birêvebirina zevîyên taybet bi hilberîna tovan, em hewl didin pêdivîyên deverên armanckirî bi tovên pejirandî û pêbawer peyda bikin.
Her wiha Ebres bal kişande ser wê yekê ku proje alîkarîyê di pêşxistina karzanîyên cotkarên xwecihî yên ku girêbest bi Sazîyê re girê dane, dike; ew jî bi rêya yekxistina hewldanên hevpişkên cîbicîker, pêkanîna zevîyên rênîşander, pêşkêşkirina piştgirîya teknîkî, û lidarxistina xulên perwerdeyê û panelên ku zanyarîyên cotkaran di qada berhemdarîya tovan û cîbicîkirina pratîkên çandinîyê yên baş de xurt dikin.