Şam – SANA
Pileyên germahîyê li piranîya herêmên Sûrîyê ber bi bilindbûnê ve diçe, ku ji rêjeya xwe ya asayî nêzî 2-3 pileyan bilindtir dibe.
Li gorî Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê, keşûhewaya îro Duşemê bi rojê di navbera germahîyeke havînî ya rêjeyî û germ de be, asman dê sayî be, ligel belavbûna hin perçeyên ewran, lê herêmên Rojhilat, Cizîr û Badîye dê tozdar bin û di danê şevê de jî hênik bin, rêjeya şilîyê li herêmên Rojava û Başûr dê bilind be.
Tevgera ba dê ji rojavayî ber bi başûrî rojava ve be, di navbera sivik û navîn de be, ligel bahozên çalak ku leza wan di saetên piştî nîvro û êvarê de, bi taybetî li herêma Navîn 55 km/saetê de, derbas dike, û dibe sedema rabûna toz û tirabêlkan li hin herêmên hundirîn. Bilindbûna pêlên deryayê jî dê sivik bin.
Pileyên germahîyê yên herî kêm û zêde li parêzgehên Sûrîyê:
| Şam | 23/39 |
| Gundewarê Şamê – Qelemûn | 20/33 |
| Quneytira | 19/35 |
| Der`a | 24/36 |
| Siwêda | 23/34 |
| Hims | 22/36 |
| Hema | 24/38 |
| Laziqîyê | 26/32 |
| Tertûs | 23/33 |
| Heleb | 23/40 |
| Îdlib | 24/36 |
| Dêrezorê | 31/43 |
| Reqa | 28/41 |
| Hesekê | 28/42 |