Şam-SANA
Wezareta Veguhastinê ya Sûrîyê bi hevkarîya Rêveberîya Zanyarîyan, li ser Google Mapsê nexşeya dîjîtal a cihên hemû dibistanên şofêrîyê yên pejirandî li parêzgehan belav kir, da ku rêyên gihîştina wan bi rêya înternetê hêsan bike.
Rêveberê Destûrên Şofêrîyê, Mihemed El-‘Elûş, dîyar kir ku ev platform fersendê dide bikarhêner ku parêzgehê hilbijêre û dibistana herî guncaw destnîşan bike. Her wiha da zanîn ku di planên dema bê de sîstema nirxandinê ji bo her dibistanekê heye, da ku rahênana baş were dabînkirin.
Ev pêngav di çarçoveya hewldanên wezaretê yên guhertina ber bi dîjîtalîyê ve tê, da ku sektora hînkirina şofêrîyê birêkûpêk bike û mîkanîzmayên azmûnan nûjen bike; ev yek dibe sedema zêdekirina ewlehîya trafîkê û hêsankirina rêkaran ji bo serlêderan

