Hims – SANA
Hêzên Ewlekarîya Navxweyî, du kesên bi navê Fayiz Ebas Ekhel û Nasir Mihemed Xisin, ji ber tuhmeta pêkanîna tawanên şer û beşdarbûna wan li kêleka dezgehên rêjîma berê di encamdana êrîşên ku sivîl li gundewarê parêzgeha Himsê armanc girtibûn, binçav kirin.
Di dema lêpirsînan de, her du kesên girtî mukur hatin ku wan li kêleka komên çekdar ên ser bi Şaxa Muxaberata Leşkerî ya rêjîma berê ve, beşdarî di dorpêçkirin û girtina ser gundê Wadî El-Mewla yê ser bi devera Tilkelexê ve li gundewarê rojavayê Himsê de, kiriye, ku di encamê de komkujîyek pêk anîbûn û tê de bêtirî 40 sivîlan di nav wan de jin û zarok jî hebûn, bûbûn qurbanî.
Her du kesên girtî ji bo temamkirina lêpirsînan û cîbicîkirina rêkarên yasayî yên pêwîst bo Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Terorê hatin veguhastin, da ji bo dadgeha peywendîdar bêne şandin.
Wezareta Navxweyî hewldanên xwe yên ji bo peyketina berpirs û endamên rêjîma berê yên ku tawanên şer û binpêkirin li dijî gelê Sûrîyê pêk anîne, berdewam e, da ku prensîba ʺrizgarnebûna ji cezayê” tekez bike, rêya dadwerîya veguhêz biçespîne û mafên qurbanîyan û malbatên wan misoger bike.