Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Dadê Tevdîrên Reftara ligel Biryarên Dadgehên Bakurê Sûrîyê Dike Yek
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Wezareta Dadê Tevdîrên Reftara ligel Biryarên Dadgehên Bakurê Sûrîyê Dike Yek

Wezareta Dadê Tevdîrên Reftara ligel Biryarên Dadgehên Bakurê Sûrîyê Dike Yek

Hat weşandin: 2025/10/13 10:08 PM
Hat nûkirin: 2025/10/13 10:08 PM

Şam-SANA

Wezareta Dadê ya Sûrîyê, giştînameyek ji bo yekkirina rêbazên reftara dadgehan bi biryar û darazên ku ji dadgehên bakurê Sûrîyê derketine, derxist. Ev pêngav, piştî wê yekê hat ku pêvajoya tevlîkirina van dadgehan di nav pergala dadwerî ya Komara Erebî ya Sûrîyê de kuta bû.

Di giştînameyê de, hat dîyarkirin ku wezaretê “cudahî di reftara dadgeh û dezgehên cîbicîkirinê de” bi biryar û belgeyên cîbicîkirinê yên ku ji dadgehên Bakurê Sûrîyê di dema berî tevlîbûnê de derketibûn, dîtiye.

Li gorî giştînameya nû, divê hemû biryar, daraz û belgeyên ku ji wan dadgehan derdikevin werin pejirandin, bi şertê ku li gorî yasayê bin û daneyên bingehîn ên wekî navê dadgehê, dîroka derxistina biryarê, navê dadgerên beşdar, navê nûnerê dozgerîyê û navê alîyên dozê tê de bin.

Her wiha divê di belgeyên fermî de kurteya daxwaz û parastinên alîyan, belgeyên wan, nêrîna dozgerîya giştî, sedemên darazê û naveroka wê, her wisa mohra dadgehê li ser wêneyê darazê hebe.

Giştînameyê bang li hemû dadgeh û dezgehên dadwerî kir ku “bandorên qanûnî” yên biryar û belgeyên ku ji alîyê dadgehên Bakurê Sûrîyê ve hatine derxistin, li gorî vê yekê bi cih bînin.

Giştînameyê Rêveberîya Çavdêrîya Dadwerî, Serokên Dadwerîyê û Parêzerên Giştî erkdar kir ku çavdêrîya başbicihanîna naveroka wê bikin û her binpêkirinekê ji wezaretê re ragihînin, ku ev hewldana wezaretê ji bo şopandina cîbicîkirina biryarê nîşan dide.

​Berevanîya Sivîl Cenazeyên Du Zarokên ku li Nêzîkî Til Hasilê li Helebê Xeniqîne Derxistin
Komîteya Şopandina Sepandina Peymana Yektîya Gotara Îslamî Mekanîzmayên Çalakkirina Naveroka Wê Gotûbêj Dike
Desteya Teknolojîya Zanyarîyê: Me Bêhtirî 3.6 Mîlyon Êrîşên Sîberî di Tîrmehê de Asteng kirine
Zêdebûneke Berbiçav a Tevgera Balafiran li Ezmanê Sûrîyê
​Wezareta Veguhastinê ligel Şandeya Banka Cîhanî li Emanê Pêşxistina Sektora Rêyên Hesinî Gotûbêj Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Dadgehên Bakurê SûrîyêTevdîrên Reftara bi Biryaran reWezareta Dadê ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?