Şam-SANA
Yekîneyên ji hêzên Pasevanên Sînor ên Artêşa Erebî ya Sûrîyê di van demên dawî de, çend hewldanên qaçaxçîtîya tibabên madeyên hişbir ên ku ji xaka Libnanê ber bi Sûrîyê ve dihatin, li gundewarên Hims û Şamê pûç kirin.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan di Wezareta Parastinê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re got: Operasyon bûn sedema desteserkirina bêhtirî 40 kîlogram ji madeya heşîşê, ligel zêdetirî 700 hezar hebên keptagonê.
Her wiha dîyar kir ku madeyên ku hatine desteserkirin ji bo temamkirina rêkarên qanûnî li gorî rêgezan, radestî alîyên peywendîdar hatin kirin.