Şam-SANA
Wezîrê Çandinîyê yê Sûrîyê Basil El-Siweydan îro Yekşemê, pêvajoya ezmûnên lîseyê li Amadehîya Çandinî û Veterînerîyê ya Şamê pişkinîn kir. Di vê serdanê de, wezîr li ser cureyê pirsan û amûr û teknîkên ku ji bo misogerkirina birêveçûna ezmûnan bi rengekî rêkûpêk hatine bikaranîn, agahdar bû.
Wezîr El-Siweydan di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêra SANAyê, di dema gera xwe ya li ser dezgehên perwerdehîyê û holên ezmûnan de, tekez kir ku ezmûnan îro li hemû amadehîyên çandinîyê yên li parêzgehan dest pê kiriye. Navborî amaje pê kir ku hol bi awayekî hatine amadekirin ku rê bide xwendekaran ezmûnên xwe di atmosfereke guncaw de pêşkêş bikin, ligel pabendbûna tam bi rênimayên ezmûnan.



