Parêzgeh – SANA
Di encama 20 bûyerên trafîkê de ku tîmên Parastina Sivîl di nava 24 saetên borî de li çend parêzgehan destwerdan tê de kirine, 7 kesan jîyana xwe ji dest da û 53 kes jî birîndar bûne.
Mirin zêdetir li parêzgehên Hims û Tertûsê bûn; ya herî giran li ser rêya (Hims-Şamê) bû, ku ji ber barîna berf û teyrokê 9 otomobîl li hev ketin. Her wiha bûyerine din li gundewarê Himsê û li ser pira Herîsûnê rû dan.
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Rewşên Awarte Raid El-Salih, tekez kir ku parastina trafîkê berpirsyarîyeke komel e. Ji bo wê, bang li welatîyan kir ku di ajotinê de pabendîyê bi leza dîyarkirî bikin û amadekarîya teknîkî ya otomobîlên xwe kontrol bikin, nemaze piştî hişyarîyên “Haydarîya Zû” yên derbarê metirsîya şemitînê ya ji ber barîna baran û berfê.