Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî îro Şemîyê, sersaxî ji malbatên qurbanîyên qezaya ku li ser rêya Dêrezor–Şamê rû dabû re xwest.
Wezîr El-Şeybanî di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê got: “Bi xemgînî û kovaneke mezin, me encamên qezaya jandar ku ji ber lihevketina du otobusan li ser rêya Şam – Dêrezorê rû dabû, şopand ku di encamp wê de bi dehan kes bûn qurbanî”.
Her wiha navborî got: “Ez sersaxîyên xwe yên herî ji dil pêşkêşî malbatên qurbanîyan dikim, ji Xwedê lava dikim wan ji rehma xwe ya dorfireh bêpar nekee, şîfaya lezgîn bide birîndaran û gelê me ji her xerabîyê biparêze”.