Şam-SANA
Tîma Sûrîyê ya xwendekarên qonaxa amadehîya giştî derbasî lîsteya dawî ya baştirîn 11 tîmên li ser asta cîhanê di pêşbirka Modelsazîya Bîrkarî ya Navdewletî (IMMC)ê di gera xwe ya 12an a sala 2026an de, bû, ya ku Amerîka û Hong Kongê “ji dûr ve” bi beşdarîya 37 welatan saz kirin, û 67 tîm derbasî dadwerîya navdewletî bûn.
Desteya Cîyawazî û Afirînerîyê îro Yekşemê dîyar kir ku tîma Sûrîyê xwendekarên Navenda Neteweyî yên jêhatî li xwe digire ku ew jî ev in: Bişara Naşid û Kerem Helûm (Laziqîyê), Elî Mehla û Silêman Îbrahîm (Hims), bi çavdêrîya rahêner Selman Dahir.
Tîma Sûrîyê vexwendineke fermî ji bo beşdarîya di hevdîtina cîhanî û ahenga belavkirina xelatan de ku di navbera 5 û 8ê Tebaxa bê de tê lidarxistin, wergirt