Şam-SANA
Dadgeha Tawanan a Çarem di Koşka Dadê de li Şamê îro Çarşemê, bi amadebûna nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên niştimanî û navneteweyî, dest bi rûniştina sêyemîn a darizandina gumanbar Wesîm El-Esed kir, ku navborî di serdema rejîma têkçûyî de tevlî gelek tawanên li dijî gelê Sûrîyê bûye.
Rûniştin bi serokatîya Dadwer Fexredîn El-Uryan bi rê ve diçe û guhdarîkirina li gotinên şahidên mafê giştî li xwe digire.