Şam-SANA
Gelek xwedîkerên peleweran li Sûrîyê daxwaza rawestandina hinardekirina mirîşkên biper, çîçikên xwedîkirinê û hêkên kurkan kirin. Wan tekez kir ku ev yek hilberîna navxweyî dixe bin metirsîyê û dibe sedema jikarketina hejmarek mirîşkxaneyan, ji ber kombûna zîyanan û bilindbûna lêçûnên hilberînê.
Xwedîkeran di xwenîşandaneke protestoyî de li ber Wezareta Çandinîyê li Şamê îro Yekşemê, tekez kir ku bazara navxweyî dikare hewcedarîyan dabîn bike, bi ser de jî dikare ber bi hinardekirinê ve biçe ger piştevanîya pêwîst were peydakirin û tevgera hinerdekirinê were kontrolkirin.
Ji hêla xwe ve, Cîgirê Serokê Komîteya Peleweran li Hemayê Ebdilezîz Şûmel da zanîn ku sektora peleweran xwedî zêdebûnekê di hilberîna navxweyî de ye. Şûmel bal kişand ser girîngîya piştgirîkirina hinardekirinê û dîtina çareserîyan ji bo pirsgirêkên sektorê, wekî stûneke bingehîn ji ewlehîya xwarinê.