Şam-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl a Sûrîyê da xuyakirin ku biryara destpêkirina geştên rasterast di navbera Berlîn û Şamê de ji meha Tebaxa bê de, bi awayekî tam nehatiye standin. Ev yek girêdayî wergirtina erêkirinên rêkxistinî û xebitandinê ji alîyê rayedarên Almanyayê ve ye, ligel temamkirina rêkarên teknîkî û qanûnî.
Desteyê tekez kir ku ta niha ti biryara dawî ji bo erêkirinê nehatiye dayîn, û danûstandin ji bo peydakirina pêdivîyan berdewam in. Her weha kêfxweşîya xwe bi guhdana kompanyên navdewletî da xuyakirin û tekez kir ku çi geşedaneke nû çêbibe, dê ji alîyê wê ve were ragihandin.