Şam-SANA
Wezareta Ewqafa Sûrîyê biryarek derbarê bilindkirina berdêlên diravî ji bo erkdarên karê dînî derxist, bi awayekî ku asta herî kêm a mehane bibe 12560 lîreyên Sûrî yên nû.
Ev biryar li ser pêşnîyara Encumena Ewqafê ya Navendî û di çarçoveya plana wezaretê de ji bo baştirkirina rewşa xebatkarên beşê dînî û xurtkirina rola wan hat derxistin.
Biryara ku îro Pêncşemê kopîyek jê gihîşt SANAyê, destnîşan dike ku erkdarên karê dînî yên ku karmendên dewletê ne dê berdêlê dîyarkirî bi temamî bêyî tu birînê wergirin. Wekî din jî, ev biryar, karkirina bi bendên biryara hejmar 264 a sala 2020an û hemû biryarên li dijî wê, betal dike.