Şam-SANA
Wezareta Navxweyî ragihand ku yekîneyên taybetmend hewldana qaçaxçîtîya barekî mezin ê çekên taybet li ser sînorê Sûrîye-Iraqê pûç kirin, û berî ku derbasî nav axa Sûrîyê bibe desteser kirin.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê got ku ev operasyon piştî şopandina wesayîteke li herêma sînorî sekinî ku guman li ser hebû hat encamdan. Piştî pişkinînê, barekî çekan hat dîtin ku tê de moşekên dûravêj, moşekên arastekirî yên dij-zirxî û dron hebûn.
Wezaretê ragihand: “Lêkolînên destpêkê li ser bingeha belge û nîşaneyên ku di dema operasyonê de hatine komkirin piştrast kirin ku bar ji bo derbasbûna di ser axa Sûrîyê re ber bi Libnanê ve ji bo mîlîşya Hizbullaha terorîst hatibû amadekirin. Di heman demê de, lêkolîn berdewam dikin da ku hemû hûrgilîyên dozê eşkere bibin û hemû kesên têkildar û torên girêdayî wan werin destnîşankirin”.
Wezaretê tekez kir ku parastina sînoran û parastina serwerîya niştimanî pêşgavîyek e ku tu sistî tê de nîne, û ew dê rê nedin ku axa Sûrîyê wekî korîdor an xaleke destpêkê ji bo qaçaxçîtîya çekan an pêkanîna her çalakîyeke ku ewlehîya Komara Sûrîyê yan welatên cîran bixe metirsîyê were bikaranîn.








