Şam-SANA
Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê hejmarek meydan û cihên giştî li parêzgehan ji bo nimêja Cejna Remezanê ya sala 1447an (Koçî) destnîşan kir. Her wiha wezaretê navên mela û gotarbêjan ji bo van nimêjgehan dîyar kirin; ev yek di çarçoveya plana wezaretê de ye ji bo berfirehkirina qada cihên nimêjê yên giştî û kêmkirina qerebalixîyê.
Wezaretê amaje pê kir ku eger baran bibare, nimêja cejnê wê ji meydanên dîyarkirî ber bi mizgeftên nêzîk ve bê veguhastin. Her wiha da zanîn ku welatî dikarin lîsteya cih û meydanên nimêjê bi rêya kanala wezaretê ya Telegramê û rûpela wê ya fermî ya Facebookê bibînin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Ewqafê her sal meydan û cihên nimêjê yên giştî ji bo birêvebirina nimêja Cejna Remezanê li parêzgehên cuda yên Sûrîyê destnîşan dike.