Hims-SANA
Karên dirûna genim li herêma Tilkelexê li gundewarê Himsê berdewam dikin, tevî çaverêkirina berhemekî geş yê îsal, bi saya barîna barana zêde.
Rêveberê Rêveberîya Çandinîyê ya Himsê Dr. Xalid Tewîle di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê, di dema gereke meydanî de li herêmê îro Sêşemê, dîyar kir ku werzê çandinîyê yê niha pir hêvîdar e, nexasim ji bo berhemê genim.
Destnîşan jî kir ku rûberê bi genim hatiye çandin li Himsê nêzîkî 27 hezar hektaran e, ku derdora 5 hezar hektar ji wan li herêma Tilkelexê ye.




