Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê eşkere kir ku hejmara rêwîyên ku di meha Nîsana borî de di ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê re derbas bûne, gihîştîye 34 hezar û 347 rêwîyan.
Li gorî amara ku Sazîyê li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, hejmara kesên hatine gihîştîye 18385 rêwîyan, di heman demê de hejmara kesên çûne gihîştîye 15962 rêwîyan. Her wiha hejmara geştên esmanî gihîştîye 492 geştan û hejmara kompanyên firokevanîyê yên ku dixebitin gihîştîye 9 kompanyan.
Hêjayî gotinê ye ku esman û balafirgehên Sûrîyê careke din çalakîya xwe ya xebatê bi dest xistin û vegera bilez a tevgera derbasbûnê û geştên navneteweyî tomar kirin, piştî demeke kurt ji girtina neçarî ya ku ji ber alozîyên herêmî pêk hatibû.
