Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Pêncşemê derbasî bakurê gundê El-Esbeh li gundewarê Quneytirayê yê başûr bûn û rêya ber bi gundê Kodnayê ve girtin.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ji çar alavên leşkerî û buldozerekê pêk dihat, derbasî bakurê gundê El-Esbeh bû û xaleke kontrolê li herêmê danî, û dest bi lêgerîna rêwîyan kir û gule berdan sivîlan ji bo tirsandina wan û rêgirtina li ber çûnûhatinê, her weha dest bi kolandina rê kir û bi sengereke axê girt ji bo rêgirtina li derbasbûna ji gundê El-Esbeh ber bi gundê Kodnayê ve.
Sûrîyê bi berdewamî daxwaza derketina hêzên Îsraîlê ji xaka xwe dike, û tekez dike ku hemû karên ku li başûrê Sûrîyê dike betal û bêkêr in, û li gorî yasayên navdewletî ti bandoreke wan a yasayî nîne, û bang li civaka navdewletî dike ku berpirsyarîyên xwe bigire û li dijî kiryarên dagîrkerîyê bisekine, û wê neçar bike ku bi tevahî ji başûrê Sûrîyê vekişe.