Şam-SANA
Endama Encumena Gel Dr. Semîra El-Wetar, tekez kir ku tevlîbûna jinên parlementer bingeheke destûrî ye, hevsengîyê di sazkirina biryarê de peyda dike, yasayên qonaxa başbûnê xurt dike û dîmena şaristanî ya Sûrîyê dîyar dike.
El-Wetar dîyar kir ku daxwazkirina nûnertîya jinan, hewceyî geşepêdanê ji alîyê hejmara wan û her weha ji alîyê şarezaya wan de ye, ji bo rûbirûbûna astengîyan; mîna nêrîna kevneşopî û lawazîya pêkhatîbûna ji alîyê yasayî û darayî de. Daxwaz jî kir ku nûnertîyeke adil a jinê di komîteyên serwerî û aborî yên Encumenê de were misogerkirin, û rola wê ne tenê bi rêya komîteyên kevneşopî be.
Her weha wê tekezî li ser serkêşîya jinê ya bo yasayên nûjen kir, ku piştgirîya xurtkirina wê ya aborî dikin, tevî ku careke din li yasayên mafê hemwelatîbûnê û parastina ji tundûtûjîyê bê vegerandin, û guhdana bi qurbanîyên şer û cengan.
El-Wetar tekezî li ser girîngîya çalakkirina rêyên peywendîyê di navbera jinên parlemetner, rêxistin û dezgehên civaka sivîl de kir, ji bo misogerkirina veguhastina hewcedarî û daneyan bo parlemanê.