Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir bi serokê Bernameya Niştecihbûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) li Sûrîyê Hiroshi Takabayashi re, rêyên nûjenkirina pira kargeha çîmentoyê li bajarê Restenê gengeşe kirin.
Di hevdîtina ku duh li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat de, her du alîyan qala îmkanên hevkarîyê di amadekirina lêkolînên seretayî de kirin ji bo destpêkirina projeyên veberhênanê di warê rêyên hesinî de li çend parêzgehan. Di hevdîtinê de hat teqezkirin ku divê ev proje li gorî pîvanên avahîsazî û jîngehparêzîyê bin û berdewamîya xebata wan bê misogerkirin.
Bedir bal kişand ser wê yekê ku ev proje beşdarî pêkanîna geşepêdaneke domdar û berfireh dibin, û ev yek tenê bi herêmeke dîyarkirî sînordar nabe, lê belê di rewşa serkeftinê de dê li hemû parêzgehan bê belavkirin.
Ji alîyê xwe ve, Takabayashi tekezî li ser pabendbûna bernameya NY ji bo piştgirîkirina hewldanên hikûmeta Sûrîyê di nûjenkirina binesazîyên sereke de kir, ku ev yek di xurtkirina vejîna aborî û baştirkirina kalîteya xizmetguzarîyên ji bo welatîyan de dibe alîkar.


