Şam – SANA
Wezareta Ewqafê di çarçoveya kampanya “Îman me digihîne hev” de ji bo meha Remezana sala 1447ê hicrî, lîsteya mizgeftên îtikafê li parêzgehan ragihand. Gundewarê Şamê bi 198 mizgeftan di rêza yekem de ye, piştî wê Heleb bi 100 mizgeftan tê, û mizgeftên din jî li seranserê parêzgehên Sûrîyê hatine dabeşkirin.
Îtikaf suneteke pêxember e (s.x.l) ji bo dîtina Şeva Qedrê. Ev gav di çarçoveya kampayna “Îman me digihîne hev” de tê, ya ku Wezareta Ewqafê daye destpêkirin ji bo xurtkirina nirxên piştgirî, nermerêz û çalakkirina rola mizgeftan di avakirina hişyarîya dînî de.