Şam – SANA
Di rêya derîyê sînorî yê Tenfê re, 11 hezar golik ji axa Sûrîyê wekî tranzît derbasî Iraqê bûn. Ev gav nîşana geşbûna tevgera tranzîtê di rêya Sûrîyê re ye, ku roj bi roj hejmara karwanên bazirganî yên kelûpelên curbecur zede dibe, û Sûrîyê wekî bijardeyeke sereke ji veguhestinê re dibînin.
Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê, di daxuyanîyekê de duh Yekşemê, eşkere kir ku karwanê golikan ji Brazîlyayê hatiye û di rêya bendera Tertûsê re derbasî axa Sûrîyê bûye.
Tê çaverêkirin ku bi giştî hejmara wan heywanên ku dê di heman rêyê re derbas bibin bigihîje nêzî 50 hezar serî.