Şam – SANA
Kompanya Sûrîyê ya Elektrîkê di nîveka yekem a sala 2026an de, pêşketineke berbiçav di hilberîn û peydakirina elektrîkê de bi dest xist, ku hilberîna giştî gihîştiye nêzîkî 10 mîlyon megawatî.
Her wiha demjimêrên peydakirina elektrîkê li parêzgehên cuda cuda rojane ji 8 demjimêran bo 20 demjimêran bilind bûn, û li hin deveran bêtir jî, di heman dema cîbicîkirina projeyên nû yên enerjîya rojê bi şîyana 420 mêgawatî, bi hevkarîya kompanya “Q Bird” ya Îmîratî û “Zhong Jin Investment” ya Çînî.
Wezareta Enerjîyê dîyar kir ku hilberîna elektrîkê bi vî rengî hat dabeşkirin: 60% bi gaza sirûştî, 30% bi fiyûlê, û 10% jî bi enerjîya berdêl. Her wiha pêşketin di torên elektrîkê de peyda bûye ku cîbecîkirin û guhertina zêdetirî 327 kîlometran ji xetên fişara navîn, û zêdetirî 53 kîlometran ji xetên fişara nizm li xwe girt, ligel danîna 107 navendên veguherînê yên nû û guhertina 693 navendên din.
Destkeftîyan her wiha siwarkirin û guhertina 50 hezar û 664 pîverên xerçkirina elektrîkê li xwe girt, ku di navbera 48 hezar pîverên yek-fazî û zêdetirî 2700 yên sê-fazî de hatin dabeşkirin.
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr tekez kir ku sektora elektrîkê pêşketineke berbiçav bi dest xistiye, û piştrast kir ku qonaxa bê dê xebat û pêşxistin zêdetir bin ji bo xurtkirina bawerîya bi tora elektrîkê.