Şam-SANA
Komîteya Têkoşîna Dijî Qezenckirina Neqanûnî, tekez kir ku belavkirina nav an belgeyên girêdayî dosyayên ku di qonaxa lêkolînê de ne li ser medya û torên civakî, destdirêjîyê li mafên kesan dike û dibe sedema lêpirsîna qanûnî.
Komîteyê dîyar kir ku belavkirina navê kesekî, nayê wateya tawanbarkirinê, û da zanîn ku ew tenê kare encaman bi rêya kenalên xwe yên fermî û ajansa “SANA”yê ragihîne; da ku hevsengîyekê di navbera mafê agahdarkirina civakê, dadperwerî û parastina taybetmedîya kesan de dabîn bike.
Komîteyê daxwaz ji her kesî kir ku gotgotên bi awayekî nefermî belav dibin bawer nekin, û dît ku hinek ji wan agahîyên belavbûyî ji alîyê kesine peywendîdar ên ku beşek in ji dosyayê derdikevin. Her weha da zanîn ku wê dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye ji bo destnîşankirina jêderên van zanyarîyên belavbûyî û cezakirina kesên sûcdar.
Her weha komîteyê daxwaza lêborînê ji çi kesê ku ji ber wan zanyarîyên nefermî zirar dîtine kir, û careke din pabendbûna xwe bi nihênîbûna lêpirsînan û nîşanên bêsûcîyê anî ziman.