Şam-SANA
Tîmên Parastina Sivîl ên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve, ji 15ê Gulanê heta 5ê Tîrmehê, destwerdana 5095 şewatên ku bi demsala dirûnê re peyda bûne, kirin.
Ji van şewatan 2226 di nav zevîyên çandinîyê de û 2869 jî di nav gîya û navçeyên gîyayî yên derdorê de derketine; di encamê de nêzîkî 939 hektar zevîyan zirar dît.
Wezaretê di rapora xwe ya ku duh Yekşemê belav kir de dîyar kir ku, ji bo demsala dirûnê li seranserî welat planeke pêşwext û berfireh hatiye meşandin.
Armanca sereke ya vê planê kêmkirina zîyanên ji ber şewat û rûdanên awarte ye, da ku ewlehîya welatîyan û berhemên wan were parastin û bi vî rengî ewlehîya xwarinê ya Sûrîyê were misogerkirin.
Hate destnîşankirin ku di çarçoveya plana bersivdayînê de, li nêzîkî deverên çandinîyê 115 xalên lezgîn (ji bilî navendên sereke yên Parastina Sivîl ên li hemû parêzgehan) hatine avakirin.
Her wiha zêdetirî 460 wesayîtên agirkujîyê û piştgirîya lojîstîk hatine amadekirin.
Di heman demê de, 690 karker û 920 ajokarên traktoran bi peymanên demsalî hatine erkdarkirin; vê yekê şîyana rûbirûbûna şewatan xurtir kir û rê li ber belavbûna agir girt.



