Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Desteya Rêkxera Pêwendî û Posteyê Xalid El-Himsî, eşkere kir ku danûstandinên ligel Kompanya “SpaceX”ê, xwedîya tora “Starlink”ê ya înterneta fezayî gihîştine qonaxên pir pêşketî, û destnîşan kir ku gotûbêj niha li ser hejmarek hûrgilîyên aborî û teknîkî disekinin.
El-Himsî di daxuyanîyeke taybet de ji SANAyê re got: “Em hêvî dikin ku di nava çend hefteyên bê de bigihîjin rêkeftinekê, da ku piştî wê li gorî vê rêkeftinê xizmeta Starlinkê bi awayekî fermî li Sûrîyê dest bi xebatê bike.”
Navborî dîyar kir ku “Starlink” xizmeta înterneta fezayî bi lezeke pir baş û rûbereke berfireh dabîn dike, lê belê mesrefa wê li gorî xizmetên “fîber”ê bilindtir e, ku li gorî El-Himsî, fîber pêbawertir dimîne.
