Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz tekez kir ku rêya dadwerîya veguhêz li ser bingeha berpirsyarîya kesane û hesabpirsîna yasayî ava dibe, ne li ser bingeha tolhildan û girtina maf bi destê xwe li derveyî çarçoveya qanûnê. Desteyê destnîşan jî kir ku cezayê komî li dijî prensîbên dadmendî û mafên mirovan e.
Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Duşemê da zanîn ku mafê qurbanîyan û malbatên wan di daxwazkirina rastî, dadwerî û hesabpirsînê de mafekî rewa ye ku nabe were paşguhkirin an kêmdîtin, nexasim piştî bi dehan salan ji binpêkirinên giran ên ku li Sûrîyê qewimîn.
Li dawîyê jî, Desteyê eşkere kir ku dadwerîya veguhêz xwe dispêre prensîba “nefilitîna ji cezayê” û hesabpirsîna berpirsên tawanên giran û encamderên binpêkirinan li gorî rêgezên yasayî, bi rengekî ku mafê qurbanîyan were dabînkirin û serwerîya qanûnê were çespandin.