Şam-SANA
Wezîrê Karên Giştî û Niştecihkirinê Mistefa Ebdulrezaq ligel Balyozê Tirkî li Şamê Nûh Yilmaz, bi amadebûna şandeyeke teknîkî ya Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê, asoyên hevkarî û hevbeşîyê di warên niştecihbûn, plansazîya bajarvanî û karên giştî de, û her wiha rêyên geşkirina karê hevbeş di navbera her du alîyan de gotûbêj kirin.
Wezîr Ebdulrezaq di civîna ku duh Çarşemê li avahîya wezaretê pêk hat, kûrahîya têkilîyên Sûrî-Tirkî û girîngîya mifawergirtina ji ezmûnên serkeftî yên di geşepêdana bajarvanîyê de, nexasim ezmûna Tirkî ya di plansazîya bajaran û avakirina komelgehên niştecihbûnê de, tekez kir. Navborî bal kişand ser guhdana wezaretê bi pêşxistina projeyên niştecihbûnê ji bo kesên kêmdahat û xurtkirina jîngeha veberhênanê di her du sektorên niştecihbûn û karên giştî de.
Wezîr Ebdulrezaq destnîşan kir ku her du sektorên karên giştî û niştecihbûnê stûneke bingehîn a geşepêdana aborî û civakî pêk tînin. Wî tekezî li ser xemxwarîya wezaretê ya ji bo handana veberhênanê û dabînkirina hêsankarî û garantîyên pêwîst ji bo wan veberhênerên ku dixwazin li Sûrîyê kar bikin, kir.






