Idlib-SANA
Pêşangeha Pirtûkan a Idlibê bi xula xwe ya çaremîn, balê dikêşe û serlêder û kesên eleqedarî xwendin û çandê berdewam serî lê didin. Ji Şemîya borî ve ku hatibû vekirin heta duh Sêşemê danê êvarê zêdetirî 14 hezar kesî serî lê daye û hejmara pirtûkên firotî ji 10 hezar pirtûkî derbas bûye. Bi giştî, tevgereke geş li beşên weşanxane û pirtûkxaneyan û coşeke mezin li çalakîyên çandî yên pêşangehê tê dîtin.
Rêveberê Pêşangeha Pirtûkan a Idlibê Xalid El-Yûsiv, bi daxuyaniyekê ji “SANA”yê re zelal kir ku amarên tomarkirî yên di rojên pêşangehê de nîşan didin ku hejmara serlêder û têkildarîya bi pirtûkan re zêde dibe. EL-Yûsiv dîyar kir ku roja Yekşemê zêdetirî 4700 serlêderî amade bûbûn, hejmara serlêderên roja Duşemê jî zêdetirî 6300 kesî bû, bi vê yekê, hejmara tevahî ya serlêderan di her du rojan de ji 11 hezar kesî derbas dibe. Li alîyekî din, di roja Duşemê tenê de zêdetirî 5570 pirtûkî hatin firotin.
Serlêdana Zêde û Beşdarbûna ji Çend Parêzgehan
El-Yûsiv gotina xwe berdewam kir û da dîyarkirin ku ev hejmar, firehbûna têkildarîya bi pirtûk û xwendinê re û cihêrengîya çînên vê çalakîya çandî, nîşan didin, bi taybetî ku serlêder ji parêzgeha Idlibê û parêzgehên din ên Sûrîyê amade bûbûn û curbicurîya sernavan, mîna sîyasî, fikirî, çandî, dînî û edebî bala wan dikişand.
Pêşangeh li Navenda Çandî ya Idlibê bi serpereştîya Wezareta Çandê, Rêveberîya Çandê ya Idlibê û bi beşdarbûna zêdetirî 32 weşanxane û pirtûkxaneyên Sûrî, Erebî û navdewletî tê lidarxistin. Hevdemî vê yekê jî, gelek bername wekî panel, semîner û çalakîyên çandî tên lidarxistin, ev yek jî, zemînekê ji serlêder re durist dike ku hem pirtûkan bikire hem jî beşdarî çalakîyên fikirî û çandî bibe.





