Hims – SANA
Îro yekşemê, di encama teqîna bermayîyên rejîma berê de, sê zarok li gundê Selûmîyê yê li gundewarê başûrê Himsê, bi astên cuda cuda birîndar bûn, û ji bo wergirtina çareserîya pizîşkî bo Nexweşxaneya Zanîngehê li Himsê, hatin veguhestin.
Pizîşkê niştecî li Nexweşxaneya Zanîngehê li Himsê, Hanî El-Keylanî, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku temenên zarokên birîndar di navbera 12 û 14 salan de ne. Wî her wiha da zanîn ku birînên wan ji encama perçeyên ku di dema teqînê de li derdoran belav bûne ne, û tenduristîya wan aram e û çareserî û çavdêrîya pizîşkê ya pêwîst werdigirin.
Ji alîyê xwe ve, Fîras Mihemed El-ʼIşwe, apê yek ji zarokan, ragihand ku zarok li ser rêya kêleka goristana gundê Selûmîyê dimeşîyan, dema ku teqîn ji nişkave çêbû û bû sedema birîndarbûna wan. El-ʼIşwe destnîşan kir ku gundê wan hîn jî êşa belavbûna bermayîyên neteqîyayî yên rejîma berê dikişînin, ku ev yek bi awayekî berdewam metirsîyê li ser jîyana welatîyan peyda dike.



