Dêrezor-SANA
Îro Înê, elektrîk vegerîya bajar û gundên parêzgeha Dêrezorê, piştî ku tîmên teknîkî û karkerên veguhestina enerjîyê xeta Cindir – El-Tîm çak kirin, bi vî rengî proseya girêdana elektrîkê ji stasyona Cindirê bo stasyona El-Tîmê bi serkeftî pêk hat.
Rêveberê Rêveberîya Têkilîyên Giştî û Ragihandinê li Şirketa Sûrî ya Elektrîkê Ela’ Sûda, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku tîmên teknîkî yên ser bi Şirketa Sûrî ya Elektrîkê (SEC) ve, piştî hewldanên ku zêdetirî 36 saetên berdewam kir, karên çakkirina xeta voltaja bilind a 230 k.v li devera El-Suxneyê bi dawî anîn.
Ev yek jî piştî ku rastî kiryarên xirabkarî û dizîyê hatibû, di encamê de ji xizmetê derketibû û elektrîk li parêzgeha Dêrezorê hatibû birîn.
Sûda li dawîyê jî bal kişand ser wê yekê ku tîmên teknîkî bi awayekî berdewam li ser cîbicîkirina karên pişkinînê, rakirina ziraran, guhertina alavên zîyandîtî û nûjenkirina xetê xebitîn heta ku ji nû ve ket xizmetê û elektrîk vegerîya parêzgeha Dêrezorê. Elektrîk jî di çarçoveya bernameyeke dîyarkirî ya pejirandî ya Şirketa Elektrîka Dêrezorê de tê dayîn.