Tertûs-SANA
Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Parêzgeha Tertûsê, bang li welatî û serdankeran kir ku ji bo parastina ewlehîya giştî, ji îro Pêncşemê ve heta sibe Înê, ji ber rewşa hewayê û bilindbûna pêlên deryayê, bi tu awayî nekevin deryayê.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberîya Ragihandinê ya Laziqîyê jî, bang li welatîyan kir ku heta bidawîbûna heyama haydarîya derbarê alozîya rewşa deryayê, bilindbûna pêlan û bayê bihêz, ji melevanî û keştîvanîyê û bikaranîna qeyik û keştîyên piçûk dûr bikevin.
Her wiha ji bo parastina ewlehîya giştî û dûrketina ji metrsîyan, daxwaz kir ku di vê heyamê de nêzîkî peravên deryayê nebin.