Şam-SANA
Rêveberîya Giştî ya Karûbarên Sivîl di Wezareta Navxwe de, îro Yekşemê, ragihand ku wê dest bi cîbicîkirina qonaxa duyemîn a Mersûma Hejmar 13 a sala 2026an kiriye, ku ev qonax pêkanîna hevpeyvînên kesane yên îdarî û yasayî ligel welatîyên bi koka xwe Kurd li xwe digire, yên ku ji bo bidestxistina hevwelatîbûna Sûrîyê daxwazname pêşkêş kirine. Ev yek piştî temamkirina karên lêhûrbûn û lêvegerê yên komîteyên pispor ji bo daxwaznameyên hevwelatîbûnê yên hatine pejirandin pêk tê.
Rêveberê Sazîya Rewşa Sivîl Ebdullah El-Ebdullah, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê zelal kir ku Mersûma Hejmar 13 kategorîyên ku mafê hevwelatîbûnê wan li xwe digire wekî “Kurdê Sûrî yê li ser axa Sûrîyê niştecih e” dîyar kiriye, û destnîşan kir ku ev her du merc bingeha yasayî ji bo pejirandin û lêkolînkirina daxwaznameyan pêk tînin.
Navborî da zanîn ku Rêveberîya Giştî ya Karûbarên Sivîl sepaneke elektronîk ji bo birêkxistina pêvajoya tomarkirinê û dîyarkirina demên hevpeyvînan daye destpêkirin, ku ev sepan roja û saeta hevpeyvînê ji bo her serlêderekî dîyar dike, bi awayekî ku birêkûpêkîya amadebûna daxwazkerên hevwelatîbûnê li pêşberî komîteyên pispor misoger bike.
Her wisa lê zêde jî kir û got: Veqetandina deman li gorî koman armanc jê ku komîte karibin gelek serlêderan bihewînin û hevpeyvînan bi birêkûpêkî pêk bînin, ku her hevpeyvînek 10-15 xulekan berdewam dike, loma ev yek rê nade pêşwazîkirina hemû serlêderan di eynî wext de.
El-Ebdullah bal kişand ser wê yekê jî ku hejmara herî mezin a hevpeyvînan li parêzgeha Hesekê pêk tên, ku di roja yekem de nêzîkî 250 kesî ye, di heman demê de hejmara serlêderan li parêzgehên din nêzîkî 150 kesî ye.
El-Ebdullah tekez kir jî ku tu şert û merên zêde yên hevpeyvînan tunene, lê belê armanca wan piştrastkirina dirustîya daneyên tomarkirî, û misogerkirina amadebûna daxwazkerê hevwelatîbûnê bi xwe, û dîyar kir ku ev rêkar di qanûnên hevwelatîbûnê de li seranserî cîhanê tên meşandin.
Navborî dîyar jî kir ku Mersûma Hejmar 13 kesên ne Kurd yan jî ne niştecihê Sûrîyê ne li xwe nagire, û eşkere kir ku daxwazname tên lêkolînkirin da ku piştrast bibin ka li gorî mercên Mersûmê ne yan na, û her kesê ku ev merc li ser wî pêk neyên, daxwaza wî nayê qebûlkirin.
El-Ebdullah amaje pê kir ku qonaxa paşîn piştî bidawîbûna hevpeyvînan, temamkirina rêkarên îdarî û lêkolînkirina dosyeyan e ji bo piştrastkirina bicîbûna mercên Mersûmê li ser serlêderan, paşê amadekirina lîsteyên dawî û bilindkirina wan ji bo pejirandin û weşandina fermî.
Hêjayî gotinê ye ku Serok Ehmed El-Şeri’ di 17ê Kanûna Paşîn a îsal de, Mersûma Hejmar 13 a sala 2026an derxistibû, ku tekez dike welatîyên Kurd ên Sûrî parçeyekî bingehîn û resen in ji gelê Sûrîyê, û nasnameya wan a çandî û zimanî beşekî jêneger e ji nasnameya niştimanî ya Sûrîyê ya pirreng û yekgirtî.