Şam-SANA
Wezareta Ragihandinê îro yekşemê merasîma ragihandina “Belgenameya Reftara Pîşeyî û Rewiştî ya sektora ragihandinê li Sûrîye 2026” bi dirûşma “Ragihandineke pîşeyî.. û peyveke berpirsîyar” li hotêla Dama Rose li Şamê li dar xist. Ev yek bi amadebûneke berfireh a fermî, dîplomatîk û ragihandinê hat sazkirin.
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mustefa di peyva xwe de tekez kir ku ev belgename teksteke awarte ye û di dîroka Sûrîyê de ya yekem e, ji alîyê qebareya beşdarîyê û awayê amadekirina hûrgilîyan ku dest dide hemû têgehên karê ragihandina klasîk û dîjîtal.
Wezîrê Ragihandinê her wiha tekez kir ku emaneta peyvê ne tenê li ser milê wezaretê ye, lê berpirsyarîyeke komî ye ku dikeve ser milê hemû rojnamevanên Sûrî li hundir û derve, ji ber ku ragihandin şirîkekî sereke ye di avakirina bawerî, aştîya civakî û paşeroja Sûrîyê de.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Karûbarên Rojnamevanîyê li Wezareta Ragihandinê Omer El-Hac Ehmed piştrast kir ku komîteya teknîkî ya serbixwe ku ji 45 rojnamevanên (jin û mêr) pêk dihat, encamên komxebatan veguherandin tekstên hûrgilî, belge, peymana rûmetê û pêvekeke taybet ji bo çêkerên naverokê, bi sê zimanan: Kurdî, Erebî û Îngilîzî.
Belgeya reftara pîşeyî ji 82 rûpelan û deh babetan pêk tê ku pîvanên rewiştî, pîşeyî, parastina taybetmendî, dane, şopandin û lêpirsînê li xwe digire, her wiha peymana rûmetê û pêveka çêkerên naverokê jî tê de hene. Ew jî bi sê zimanan e: Kurdî, Erebî û Îngilîzî.








